Tumgik
axemul · 2 years
Text
tişt mişt
...
berhemên di encamê de çêdibin, rûpelên încîl û quranê ji holê radikin.
di tunebuna rindîyê de, xerabî xwe #serwerde dike.
dîtina dur, bawerîya bêwate ye.
xwedê îstifa xwe #radest bike, barê aqil sivik dibe.
gul amadekariyên xwe dawî bike, têgihîştina bêqisûr erzan dibe.
gotinên xav bê #hewldan ji nû ve pênase bin, xezîna bihuştê bidawî dibe.
giyanên bi bazirgan ve girêdayî ne, dibin mijala kuştinên #navgindî.
#tawil ji hêvî wenda be, deng xwe dike qurbana bilurê.
qêrîna şahîyên derewînin, gohên vala kerr dike.
îradeya xwedê rewa bibe, pêwista xal ji bo tîr namîne.
yên di xendeqan de dimirin, bêhna lingê wa zindî ye.
rastî ji destpêkê bazde, derew xilasiyê nabîne.
di sîya tariyê, xêrxwazî nayê dîtin.
ji desthilatdarên binerdê , xweza avahî nabe.
serhildan ji hêvîyan, dijminên serjêkirî çê dike.
îsa musa melle mixtar, gişta bihev re helikê min xwar.
ji tehma rondikên xwînê, çêjên #fimilî çêdibin.
hevgirtina taybet, li vegirtinê belav dibe.
hêz a #wêrek, dewlemend û navdaran bandor dike.
rizgarî ji holê rabe, valahî vedibe.
rastî ya bêwate, xirabiyê diyar dike.
evîn û ronahîyên bêhember, tunekirinê bê armanc dihêlin.
lêgerîna heqîqet, wîjdanê diweledîne.
temenên #hûrgulî, dîroka dagirkeriya hov e.
xewnên vexwendnameyên jiyîn, ji deriyên #mirwarî derbas nabe.
şîroveyên girêdayî, xwe di devên tomar de eşkere dike.
ji nîgarên #lîrîk u tundîtûj, danûstendinên sadîst diafirin.
avakirina şaristanî, tevahiya gelan kole dike.
xelata birumet, çew'a mejî bilind dike.
tenê mirin, #erk'a mirov e.
2 notes · View notes
axemul · 2 years
Text
kihêl...
ay hela li porê wê yê gulgulî binêrin,
û li kenê wê bihîzin
wusa xuya dike ku hêz vexwariye.
hingiv dirije ji kernewalan lêvan.
ji bo wê xeta diyarî tune
dilê wê bêserubere
hov û sêrbaze
singê wê perestgeha baze.
ji benîşt nermtire
ji bihuştê çêtire
bi tenê xwediyê hêza wê ye.
hêsirên ku min li ser rijandin,
hemû bi kêfa dilê xwe hatin.
gumanên şepirze,
tirsên şewitandî
rêwîyên li derve mayî,
ewrên ji rojên belabêdawî dixeyîdîn,
di xewnên wê de xwe bi cîh dikin.
tiştên ku wê hînî dilê min kir,
her kes pê dizane.
nexwazim ku kes wê razayî bibîne
wek şeraba sor di şuşa sipî de
sê qima jê vexwin,
dilê qima çaran dimîne.
mirov di nav goreke destpêkê de be,
ji kef u henekên wê têr nabe.
ji bîr nekim ku wê çawa ji min hezkir
û tenê bi ya dilê xwe kir.
ay hela li axîna wê ya herî sivik binasin,
û li reşa çavên kihêlê binêrin,
xemê di kurnîya xwe de dihelîne
mejîyê mirov li ber tava havîne dicemidîne.
ji nan u avê têrtir
ji zêr u zîv çêtir
ji jinê zêtire...
1 note · View note
axemul · 2 years
Text
Çar maç
agirê hesreta dawî hat pêxistin
mil bi mil li her derê cîhanê hat birin
ew dansa çirûskê bû şahiya di çavan de
di hişê xwe de li çîyan şer dike
di berxwedanê de li zindanan tê girtin
û lêvên qirimî
ji xiyanetêa çolê parçe bû
belkî nalîn e, kaniya zilan di janê de ye
Çemê lacê li dêrsimê helbesteke bi xwîn e
Lê belê kela Amedê bû efsane.
şeva çaran' hezkirina ji agire
çi zindan - çi girtî
çi şer - çi fîşek li çiyan
zehmeta darvekirina ji destê neyar çawa ye?
hun dizanln bi şerma xiyanetê re bijîn
u di nav ava bêrûmetiyê de helak bibin?
li ber unîforma qirix'ek rawestinî?
yan naveroka mejiyê xwe yek bi yek vereşînin?
qîret dicemide li ber tava havînê
u paşê dibe kerî ki goşt
li zîndana Amedê dipije
deng her şev dibû xiyanet
tasek şorbe - ji bo xatirê pariyek nan
xiyanet bûne êş,
êşa xayîna li stranan dikeve
goşt û hestiyê mirovan bê av dikare śil bimîne
mirovê bê mêjî dikare bisekine
yên ku dilê xwe didin heman têkoşînê,
Ma bi xiyanetê li hevalê xwe dixe?
na.
zîndana amedê strana ji dengê zincîre ye
Bi her gotinê re qêrînek bilind dibe
di her notekê de hezar hêrs
Di her beytekê de hezar serhildan tê xwarin.
serhildan dlgêhêje helbestan
helbest banga dilana dikin
di zîndana dema xwarinê
devê êsîr bi xwînê dlxemilîne
yek bi yek, dema ku qesrên namûsê têne hilweşandin
îxanet di dilan de şax dibe,
tekošerên di kesayetê de mejiyê xwe dikolin bi destên xwe diavêjin dijmin
guh nadin dengê feleqa dijminên xwe,
di esaretê de behsa azadiyê dikin
devê xwe negire hevalno nerawestin
- bila gotina we xurt be
li ser zimanê azadiyê bimînin
serê xwe netewînin çavên xwe vekin li ser azadîyê biaxifin
her ku bêhêvîtî dikeve ser sînorê berxwedanê
êş'ek di nîvê dilê asê de maye,
wargeh bêdenge,
taybet wendabuye
hêviyên ax'an li ser nivînan peritîne,
her gav ber bi paş ve diçe,
Li ser agirê ku tê pêxistin baran dibare
Destanek nayê vegotin e
ne gotinek
ne jî sazek
bi qamçiyan
bi dar û zincîran dibezin hev
mirî bi şev li ser lingên xwe dimînin
xwe bi betaniyên xwînmij de dipêçin
di her berxwedanê de bi tabûtên puç de derdikevin.
hêsir tevlî dengên zılgıtê dibin
destên keçan di hembêza wan de dimîne
çavên dayîkan bi têlên bixur girtîne
bêdengiyek jan, bi destê dilan digire
ava Dîclê tîbûnê ditemirîne,
teyr baskên xwe dişikînin,
û jenosîdê cil û bergên xwe li xwe kirîye
xuya nake ji rengê mîratê
tenê ji çeperên zindanê de tê dîtin
zarokek bênav di hucreya xwe de mezin dibe
dilê xwe ji kawa
çavên xwe ji heqqîyê
li lûteyên çiyan agir pêxistîye
ji tirs u tofa çîka di awirên zarok de,
îxanetê xwe di tarîya zindanê veşdişere
agir ji tarîtiya zindanê re pêdivî ye,
ji bo şikandina çerxa zivirîna xiyanetê,
ji bo rûbirûbûna mirinê agir rêhevalekî pêwîste
Tariya zindanê di kêliyekê de diqelişe
dîwar ji bêdengîyê dihejin
şujinên hesin ji ronahiya newrozê dihelin
dîroka dayîkan tê ziman:
Ey zarokên agir û rojê
ku dengê hişmendiyê di dilê me de ye
ala'yên baweriyê di çavên me de li ku ne
nahêlim hun dev ji vê yekê berdin
we her saniyek de, salekê di hucreya xwe de çêkirin
Ji bo ku agir reşnebe, me agir bi wexist.
ger agir vemire, em çi bikin jîyanê.
hun biśewitin zarokno
ez di Newrozê de çavên we maçdikim
dilê xwe didim we
al'an ji bo we nîvbilind dikim
çiyan qul dikim
û ji hevalên we re rê vedikim.
xebera mirina we gel qir dike,
azadiya we ya di tariya zindanê de, ronahîyê ji hulma tavê difetisine
Ey yên ku ji vî şerî hez dikin
yên ku di şûna ser de sonda didin
Yên ku di sermayê re derbas dibin û surê nadin
tarîtiya zindanê bişkînin
dîwarên xiyanetê bînin xwarê
rêberê xwe di şeva newrozê de
biśewitînin
agir berdin laśê wî,
bila ji zivistanê re bibe mizgînîya biharê
hêsirên ji çavên we diherikî paqijbikin
dijmin dibêje bila biherike
ba.
girî ji bîrkin
çavên xwe birijînin
hêsirên xwe biqusînin
miirîne hun,
hun édî di dilanê de sitrana çerxa şoreşene,
hun al'a ya
rawestgeha li ser rêya heqîqetêne,
hun di di tarîyê de, agirê rêberiyêne,
zilgîtên ji bo we tê avêtin wê rojê cuda ne
ji mirina roja cejnê de hez bikin,
ew roj evîna nemiriyê ye
maçên bê deng yen ji lêvan dişiqitîn
destên ji destan derbas dibin
şîn ên bi śanî guherîne,
bi dizî di wargeheka dayîkan de,
ji bo xatirê we hatin axaftin.
tevahiya şevê bi hûrgulî nîqaş kirin
we ji zindanê li çiyan xist
ji çiyayan heta bajaran
reng dida kulîlkên li ser çiqilan,
di çeman de kefên herî geş li seranserê welatê we geriya,
têl neşikestî di qamîşê de,
Peyvên ku di ziman de bêdeng dimînin,
bûne stran di zindanê de.
dilên di bin zextê de,
destên girêdayî,
laş li benda xwe sekinî
Tê xwestin ku agirê sê kibrîtan vemire,
Tê xwestin ku bawerî veguhere xiyanetê,
ramanên di zincîran de
ji evînê tê xwestin ku kelepçe bike,
ava azadiyê di dilan de diherike,
dema ku hûn wê bibînin tê xwestin ku xayînî raweste
di şexsê unîforma qirix'ek de,
tê xwestin ku zilma zaliman neyê tesbîtkirin.
zindî, mirîyan guhdardikin
mirî bêdengin
zîndan gor'a bêbinî
qêrîna bêdeng serîhiltîne
bi hezaran hêrs ji devan vala dibe,
di hezar çavan de serhildan tijî dibe
Dengek dibêje ji min yek,
dengek dibêje sê kibrîtan bikin çar,
xwarina çar maçan
çar evînan bijmerin ji çar hêvîyan re,
li çar demsalan
li ser çar quranan
çar sitêrkan bikin šahed
li çar bahlifê bukan binivîsin
navê çar tekośîna
û bila di xewna mirinê de bibin agirê serhildanê
qawîš çarqate
lingê kursî qerse li ber wan,
dema ku dilê xwe didan teslîmbûna çuyînê,
Gotin ku pêwîst e agir bi zêdekirina wa were şewitandin.
Gotin ji bo ku bijîn divê ew li mirinê binêrin.
ger agir yek bi yek tê vemirandin,
Gotin ku pêwîst e agirê di laşan de zêde bibe.
wa her şev çok bi çok rûniştin
pêşî fêrî hezkirina mirinê bûn
û di mirinê de rengê nemiriyê dîtin
yên ku beriya biryarê li welatê xwe man,
pirsîn ku gelo di kulîlkên wan de çi kulîlk vedide
gelo jiyan û agir xewn bu yan?
na.
gotinên wa wek xewna pêşerojê
her çaran bi yekdengî heyrana xwe kirin
bi hezaran girtiyan
û hovîtî di xezeba xwe ya herî bi xwîn,
di dojeha mirinê de bihiştek ava kirin.
dema ku saeta xeniqandinê destpê dike,
gava dadgeh têne damezrandin
dema mirov cil û bergên xwe derdixin û li lêgerîna heqqî dikin,
gelo wê kîjan çûk li pencereya zindanê dakeve?
û dema ku cixareyên di nav tilîyandan dimelisin
gava šewata mirinê tîn dide,
gelo kîjan al li ser kela namûsê tê bilindkirin?
Yên ku ji sisîyan rebu kirbîta çaran,
wan xerabiya birçîbûn û feqîriyê dîtine
ji bo wa tu tijtek ji teslîmbûnê xerabtir nîne.
û yên ku teslîm dibin,
wa jî dizanibû ku sibe ji bo wa jî tune.
çaran xwe fesilîn,
ji her xerabiya herî xerab paqiš kirin
hemû tirsa di çavên xwe de ji holê rakirin
u bi hezaran zulm û sondxwarinê
Agirê Newrozê pêxistin û helbest gotin
navê wê rojê wek mîladê danîn
bi çar maçan testîq kirin.
çûk di hêlîna xwe de bistirê
kulîlk li ser şaxê xwe şîn bibe
Wan dît ku hewcedariya wan bi maçên nû hene.
Ger ew agir be û bişewite, hemû rastî pêdiviya me bi giyanên ku dema dişewitin u stranan dibêjin,
Pêdiviya wan bi kesên ku agir bi xwîna xwe pêdixin in.
Lehiyek nû ya serhildanê di zindanan de teqiya
mirin ceribandina lehengiya mirovan e
divê em mirinê di laşê xwe de xeniqînin
digihîje nemiriyê û dimire
divê bi kulîlkên kovî yên li çiyayan bên zêdekirin
mirina di dilopan de şîn dibe û dikene
kenîn tê wateya naskirina jiyanê
wargehan dema bêhna germa mirovan dikişîne
dikenin
tê wateya lehîkirina di çemên hişk de
tê wateya kenê di ziwatiyê de
biçe hevalê min biçe
nobedariya xwe bigire
îşev bimire
tê wateya rêveçûna nav nemiriyek ebedî
Gulan li ser çiqilan e
berberiya axê û reng di xwezayê de
bedewiya di baweriyê de û dem wê bê
çar rêheval wê rojê ketin hembêza biharê
wan bi çavên xwe daketina mirinê dîtin
kiras pênûs û saet
Ji bo bîranîna hezkiriyên xwe diyarî kirin
û dengê rohnî yê sê kibrîtan ji çar devan
çar çîken agirbun
çar birûskê dîn bûn
bêyî ku di vê tola xiyanetê de xeniqîne
berî ku doza wa bi dawî bibe
hun vê çerxa îxanetê bi canê xwe bidin sekinandin.
hunê alayên rûmetê li sîngê xwe tewl bikin
doza xwe têxin anîna kawa,
dilê xwe bidin ser agirên ku hun pêdikevin
di zindanê de rêya we ronî ye
Îşev sê maçan bi çaran bixin
u emê serdana we hemû legengan bikin.
di saet çaran de
çar can bi çar dîwaran hatine dorpêçkirin
hindir ji mirinê bêhn dide,
li der ve dîlana azadîyê
îşev 'şeva çaran e'
tenê agir dişewite
di çar sîngan de
li çar parçeyan belav dibe mizgînîya serhildanê.
çar stêrk hatine bahrv li ezmên
šer dikin bi agir re li ser rawestina îxanetê.
rêyên bextewariyê li ser we hat birîn,
we di zîndanê de bi mirinê re zewicîn.
mirin ji bo we azadiyê ye
hêza me kêlka şikestîye
Heftê Gulanê li ser salnameyê
hejdeh dikare li çaran dinêre
ji bo çaran hemû girtî di xewnek de tên bahev
çiya - kevir û zîndan bêdeng dimînin,
tenê çar rêwiyên azadiyê
wê şevê mafên xwe mirinê dipirsin
wa pirsî mirin bêdeng ma
ew mezin bun mirin piçuk ma
şerê wa bi dîroka mirovahiyê re ye
ji prometheus heta spartakûs
ji bruna heta che guewera
agirên kawa ne, piroza newrozêne
li ser sifra me runištine
bi canên xwe qedera me têr kirine
dengek diqêre agir ji zindanan bibin bajaran
bajar dibêjin em amade ne
kîbrît ji qawa xwe derket
dilê xwe agir pexist
dengê teqîna tenik û naftan
kes dest nede ji dengê wan
îşev tenê ji bo çaran
destaneke hezar salan,
dinivîsin li ser singê roja tarî
tîpa yekem bi zimanê zarokên arî,
yekî destpêkir çaran dawî hanî
çîroka lehengîyê ji zindanê ber bi gundan ve birêket
Ji çar agiran çar çirûsk
xwe avêtin çîyan
ji her çîyayek çar deng firîyan
li xasila xistin deng dan emberan
edî giyana bi agira vêxin
bila çavên eznawer vebin
bila şev bi ronahiyê bişewitin
bila dîrok ji nû ve dest pê bikin
çar hevalan li cîhanê belav bikin
ji wê agirê zarokan jîn bikin...
4 notes · View notes